HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin 

HPG-NRÇ’ê 10 gerîlayên şehîd bi bîr anîn û got: ‘’Bi sekna xwe ya di jiyan û şer de mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştine.’’

HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin 
27 cotmeh, 2025   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) der barê gerîlayên şehîd bûne de ev agahî parve kirin:

‘’Em hevrêyên xwe Azê Rojgirav, Lêgerîn Canfeda, Hêlîn Kobanê, Dijwar Nûrheq, Milîtan Heqî, Dilêr Serdar, Rojhat Ararat, Azad Minbic, Şevger Dirbesiyê û Rohat Zagros yên di têkoşîna sala 2024’an de li Qadên Berxwedanê yên Zap, Metîna û Xakurkê li hemberî êrişên dewleta Tirk li ber xwe dane û tevlî karwanê şehîdan bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me Azê, Lêgerîn, Hêlîn, Dijwar, Milîtan, Dilêr, Rojhat, Azad, Şevger û Rohat yên hêja yên ji perçeyên cuda yên Kurdistanê ji felsefeya Apoyî bawer kirine û tevlî nava refên têkoşînê bûne, bi şêwejiyana xwe ya fedaî û hevrêtiya xwe ya kûr karîn bibin milîtanên mînak. Bi ruhekî fedaî li ber xwe dan, li hemberî hemû êrişên dijmin bi îradeyeke polayî li ber xwe dan, di gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwe kûr kirin û têkoşîn bilind kirin. Hevrêyên me yên ku ji bo taktîk û terzên gerîlatiya serdemê bi hosteyî pêk bînin, bûn xwediyê hewleke biisrar û di çalakiyên serkeftî de cihê xwe girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serkeftina têkoşîna gelê Kurd bi hemû hebûna xwe têkoşîneke bêdawî dan meşandin. Em soz didin ku em ê bibin şopdarên hevrêyên xwe yên ku bi sekna xwe ya di jiyan û şer de mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştine û em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên nasnameyên hevrêyên me ên ku gihîştine şehadetê wisa ne:

Nasnav: Azê Rojgirav

Nav û Paşnav: Mijdar Mihemmed

Cihê Jidayîkbûnê: Kobanê

Navê Dayîk û Bav: Fatma- Omer

Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Mijadara 2024’an\Zap

****

Nasnav: Lêgerîn Canfeda

Nav û Paşnav: Berçe Şaşmaz

Cihê Jidayîkbûnê: Elmanya

Navê Dayîk û Bav: Sureyya- Lokman

Dîrok û Cihê Şehadetê: 20’ê Mijdara 2024’an \Zap

 ****

Nasnav: Hêlîn Kobanê

Nav û Paşnav: Şemsa Adil Feyyad

Cihê Jidayîkbûnê: Minbic

Navê Dayîk û Bav: Nebîha-Adil

Dîrok û Cihê Şehadetê: 20’ê Mijdara 2024’an\ Zap

****

Nasnav: Dijwar Nûrheq

Nav û Paşnav: Hisên Nebhen

Cihê Jidayîkbûnê: Şehba

Navê Dayîk û Bav: Hemîde-Ehmed

Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2024’an\Zap

****

Nasnav: Milîtan Heqî

Nav û Paşnav: Mustafa Akyildiz

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dayîk û Bav: Ulmiye-Abdurahman

Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Tebaxa2024’an\Zap

****

Nasnav: Dilêr Serdar

Nav û Paşnav: Arman Kadirpur

Cihê Jidayîkbûnê: Bokan

Navê Dayîk û Bav: Meryem- Osman

Dîrok û Cihê Şehadetê: 31’ê Cotmeha 2024’an\Zap

****

Nasnav: Rojhat Ararat

Nav û Paşnav: Meysem Muhammedzade

Cihê Jidayîkbûnê: Makû

Navê Dayîk û Bav: Seyran-Hesen

Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2024’an\Xakurkê

 ****

Nasnav: Azad Minbic

Nav û Paşnav: Ednan Şewax

Cihê Jidayîkbûnê: Minbic

Navê Dayîk û Bav:  Muna-Ehmed

Dîrok û Cihê Şehadetê: 29’ê Tebaxa 2024’an\ Zap

****

Nasnav: Şevger Dirbesiyê

Nav û Paşnav: Ridvan Osman

Cihê Jidayîkbûnê: Dirbêsiyê

Navê Dayîk û Bav: Edlê-Ednan

Dîrok û Cihê Şehadetê: 7’ê Tebaxa 2024’an\Zap

****

Nasnav: Rohat Zagros

Nav û Paşnav: Yûsûfcan Evren

Cihê Jidayîkbûnê: Stenbol

Navê Dayîk û Bav: Melîke-Îlamî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Tebaxa 2024’an\Xakurkê

****