Li dijî Kîevê êrişên giran

Hêzên Rûsyayê bi dron û mûşekan êrişên giran birin ser paytexta Ukraynayê Kîevê.

Li dijî Kîevê êrişên giran
27 kanûn, 2025   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku artêşa Rûsyayê vê sibehê bi dron û mûşekan êrişên giran birin ser paytexta Ukraynayê Kîevê. Hate diyarkirin ku hêzên Ukrayanyê li dijî êrişan pergala parastina hewayî bi kar anî.

Nûçegihanekî Reutersê ragihand ku xelkê paytextê ji bo parastinê xwe spart stasyonên metroyê û stargehan.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku ji bo bersivdayîna êrişan û dabînkirina parastina sivîlan mûşekan bi kar tînin.

Biryar e ku serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û serokê DYA’yê Donald Trump sibe li Washingtonê ji bo nîqaşkirina hûrgiliyên peymaneke potansiyel ji bo bidawîkirina şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de hevdîtinê bikin.

Hikumeta Ukraynayê hişyarî da niştecihên paytextê ku berî wergirtina talîmatên fermî ji stargehan dernekevin. Hikumetê destnîşan kir ku êrişên Rûsyayê deverên sivîl û girîng hedef kirine.

(b)