Partiya Sûriyeya Pêşerojê banga xebata hevbeş kir

Partiya Sûriyeya Pêşerojê teqîna li Mizgefta Elî Bîn Ebî Talib a Elewiyan a li Humsê şermezar kir. Li dijî êrişan jî banga xebata hevbeş kir.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê banga xebata hevbeş kir
27 kanûn, 2025   12:21
 NAVNDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi daxuyaniyeke nivîskî teqîna li Mizgefta Elî Bîn Ebî Talib a Elewiyan a li Humsê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn hat xwestin. Her wiha piştgirî bo tevahî şêniyên Humsê hat nîşandan.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar kir ku divê pêşî li gotinên nefretê bê girtin. Li dijî êrişên terorî û tundiyê jî banga hewldanên nîştimanî yên hevbeş û hevkariya di navbera hemû aliyên sûriyeyî yên çalak de kir.

(b)