Li dijî Kîevê êrişa bi mûşekan

Rûsyayê êrişeke bi mûşek û dronan li ser Kîevê da destpêkirin, di encamê de 16 cih zirar dîtin.

Li dijî Kîevê êrişa bi mûşekan
14 tîrmeh, 2026   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê îro êrişeke bi mûşekên balîstîk û dronan li ser paytexta Ukraynayê Kîevê da destpêkirin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got ku êrişên Rûsyayê li paytextê nêzîkî 16 cihan zirar dîtin, di nav de dibistanek û avahiyek bazirganî, di heman demê de ji ber topbaranê li gelek taxan şewat derket.

Zelensky diyar kir ku êrişên Rûsyayê her wiha binesaziya girîng a li deverên navendî û başûrê welêt hedef girtin û destnîşan kir ku 7 kes li herêma Kharkiv a rojhilatê Ukraynayê û 3 kesên din jî li herêma Chernihiv a bakur birîndar bûn.

Zelensky anî ziman ku hêzên Rûsyayê di şevê de 135 dron û 10 mûşekên cûrbicûr avêtin.

Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku pergalên wan ên parastina hewayî ji 8 mûşekên balîstîk ên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtin, 5 ji wan xistine xwarê û ji 135 dronan 108 jî asteng kirine.

Zelensky bang li hevalbendên Ewropî kir ku zextê li ser Moskovê zêde bikin, pakêtek nû ya cezayan li ser wê ferz bikin.

(fr)