Li peravên Omanê teqînek li ser tankera petrolê pêk hat

Li nêzîkî peravên Omanê di tankereke Norwêcî teqînek çêbû û bû sedema agir di odeya motorê de pêkeve.

Li peravên Omanê teqînek li ser tankera petrolê pêk hat
14 tîrmeh, 2026   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şîrketa taybet bi bersivdana krîzan, li nêzîkî peravên Omanê di tankereke petrolê ya girêdayî şîrketa veguhestinê ya Norwêcî Stolt Tankers de dema di Deryaya Ereb re diçû teqînek çêbû û piştre êrişî tankerê hat kirin.

Şîrketa MTI-Network diyar kir ku tankera Stolt Magnesium roja duşemê derdora saet 12:40ˊê sibehê dema ku ji peravên Omanê derbas dibû, rastî teqînek ji ber "amûrek derveyî ya nenas" hatiye.

Teqînê li odeya motorê ya keştiyê agir çêkir, lê şîrketê diyar kir ku hemû endamên ekîbê ewle ne û tu birîndar tune ne.

Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku ekîbên tankerê ragihand ku ji ber tiştek nenas, bi qasî 40 mîlên deryayî li bakurê rojhilatê bajarê Qelhat ê Omanê, zirar li odeya motorê ya aliyê rastê çêbûye.

(fr)