Li Hesekê Nexweşxaneya Şehîd Tekîn hat vekirin

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nexweşxaneya Şehîd Tekîn û Klînîkên Şehîd Qehreman li taxa Xiwêran a Hesekê vekirin.

5 îlon 2024   22:05
HESEKÊ

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nexweşxaneya Şehîd Tekîn û Klînîkên Şehîd Qehreman li taxa Xiwêran a Hesekê vekirin. Herdu navend dê xizmetên bijîşkî û tenduristî ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşkêş bikin.

Di nexweşxaneyê de beşên tava X-Ray, panorama, taqîgeh, klînîkên dil, toşpî (glanda), nexweşiyên hundirîn, lezgîn, çavdêriya giran û emeliyatan hene.

Di merasîma vekirinê de hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Meclisa Rûspiyan a Hesekê, Heyva Sor a Kurd, hevseroketiya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd spasiya karker û alîkarên avakirina nexweşxaneyê kir û got: "Nexweşxaneya Şehîd Tekîn û Klînîkên Şehîd Qehreman rastiya vê şoreşê nîşan didin, ji ber ku em li aliyekî parastinê dikin, li aliyekî din jî ava dikin."

Lîwayê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Hesen got: "Ev nexweşxane ji bo me xewnek bû. Me gelek ked ji bo avakirina vê nexweşxaneyê da."

Şandeyên beşdar jî avakirina nexweşxaneyê li Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hêzên Ewlelariya Hundirîn pîroz kir.

piştre malbata şehîd Qehreman deriyê nexweşxane vekir û beşdar li nav geriyan.

(mh)