Koçberên Efrînê: Em dê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê bikoşin

Koçberên Efrînê: Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya me tê dikoşe, em jî heya azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin.

Koçberên Efrînê: Em dê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê bikoşin
27 tebax, 2024   03:10
ŞEHBA

Koçberên Efrînê yên li  Şehbayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dê heta b pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bikin.

Majdolîn diyar kir ku dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi rêya kûrbûna di ramanên wî de pêk bê û got: "Em jin, ji bo pêkanîna vê armancê em ê xwe di hêla ramyarî de azad bikin."

Emîra Ehmed Koro jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xebat û têkoşîneke bê navber kir û got: "Heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê li qadan bin."

Arif Mihemed Emîn durûtiya rêxistinên mafên mirovan a li hemberî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku, siyaseta tecîrdê ya di kesayeta Rêbertî de li dijî tevahî gelên bi ramanên wî bawer in.

Arif Mihemed Emîn ji bo mîsogeriya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê û pêşxistina pêngava navneteweyî kir.

Ehmed Ereb jî bi bîr xist ku rêxistinên ku îdiaya mirovahiyê dikin berpirsyariyên xwe li hemberî Rêber Abdullah Ocalan bi cih nayînin û got: "Rêbertî ji bo tevahî gelên bindest tê koşiya. Em ê jî ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin."

(bb)

ANHA