Li dijî baregeha DYA′yê ya li Hewlêrê êriş

Hate hînbûn ku bi dronan êrişî barega leşkerî ya hêzên DYA′yê ya li Herîr a bi ser Hewlêrê hatiye kirin. Her wiha hate ragihandin ku li Hesekê baregeheke leşkerî ya DYA’yê hatiye hedefgirtin.

Li dijî baregeha DYA′yê ya li Hewlêrê êriş
8 kanûn 2023   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, êrişî baregeha leşkerî ya Herîr a DYA’yê hatiye kirin.

Hate ragihandin ku bi dronan êriş hatiye kirin. Heta niha tu kes berpirsiyariya êrişê negirtiye ser xwe. Têkîldarî êrişê daxuyaniyek fermî nehat dayîn.

Her wiha hate diyarkirin ku di saetên derbasbûyî de li Hesekê baregeke leşkerî ya hêzên DYA’yê hatiye hedefgirtin.