Li navenda Mihemed Şêxo şanoya zarokan

Komîna Şanoyê şanoya "Cuha û Qiral Zaferan" pêşkêş kir. Şano nameyên xurtkirina nirxên hezkirin, dostanî, aştî û rêzgirtina li hemberî zarokan dide.

Li navenda Mihemed Şêxo şanoya zarokan
Li navenda Mihemed Şêxo şanoya zarokan
Li navenda Mihemed Şêxo şanoya zarokan
Li navenda Mihemed Şêxo şanoya zarokan
Li navenda Mihemed Şêxo şanoya zarokan
Li navenda Mihemed Şêxo şanoya zarokan
8 kanûn 2023   19:13
QAMIŞLO

Şano li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna bi dehan zarokan û malbatên wan hat pêşandan. Amadekar û derhênerê şanoyê Welîd Omer e û şano ji aliyê Kawa Fetah, Fewaz Mehmûd û Xalid Omer ve hat lisîtin.

Şanoger û hevserokê Komîna Şanoyê ya herêma Cizîrê Kawa Fetah li ser şanoyê ji ANHA′yê re axivî û got: "Şano wê sê rojan li du hev were pêşandan. Îro roja ewil bû. Rola sereke ya şanoyê Cuha ye. Cuha kesayetek dîrokî, jîr û zane ye. Hevalekî wê kerekî dirust û dilsoz e. Dema ku Cuha dibe qiral taybetmendiyên wî tên guhertin û dibe kesek xirab. Bi demê re Cuha tê ser hişê xwe û li kerê xwe vedigere. Şano komîk e û di navaroka xwe de gelek nameyan dide zarok û civakê.′′

Kawa anî ziman ku armanca wan a pêşandana vê şanoyê pêşxistina şanoya zarokan e û beşdar jî zarok bû. Her wiha got: "Şano nameyên xweşik mîna hezkirin, dostanî, rêzdarî û hêviyê didin. Her wiha rûyê zarokan geş dike."

Şanoya ku bi zimanê erebî ye dê du rojên bê li navenda Mihemed Şêxo were pêşandan.

(bb)

ANHA