Li dibistanan meclisên malbatên xwendekaran tên avakirin

Li zêdetirî 4 hezar dibistanan ji bo xurtkirina têkiliya di navbera xwendekar, mamoste û malbatên xwendekaran de meclisên malbatên xwendekaran tên avakirin.

16 mijdar, 2024   06:40
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di sala xwedinê ya 2024-2025`an de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar da ku li dibistanan meclisên malbatên xwendekaran bên avakirin.

Ji destpêka sala xwendinê ve li 4 hezar û 134 dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meclisên malbatên xwendekaran tên avakirin.

Li gorî biryarê, meclis erka piştgiriya perwerdekirina xwendekaran û pêşxistina encamên xwendinê, çareserkirina pirsgirêkên perwerdeyê, birêxistinkirina çalakiyên çandî û werzîşî, alîkarî û piştgiriya xwendinê, şopandina reftarên xwendekaran, pêşxistin û pêkanîna ewlehiyê di dibistanan de digire ser xwe.

Berdevka Rêveberiya Dibistanan a Qamişloyê Stêra Îbrahîm diyar kir ku heke pirsgirêk bi rêya meclisê nehatin çareserkirin, ew pirsgirêk diçe gel Rêveberiya Dibistanan û heke dîsa jî çareserî çênebû, pirsgirêkê sewqî Nivîsgeha Kar û Barên Qanûnî ya desteyê dikin.

Di biryara avakirina meclisê de hatiye diyarkirin ku divê hejmara kesan di meclisê de ne ji 5 endaman kêmtir û ne ji 13’an zêdetir be. Divê berdevka dibistanê, berdevka xweser û nûnerên Yekitiya Mamosteyan di Meclisa Malbatên Xwendekaran de cih bigirin.

Her wiha 2 mamoste ji mamosteyên li dibistanê, mamosteyên dersa `Civak û Jiyan` di qonaxa seretayî de û mamosteyên `Çand û Exlaq` û mamosteyên `Jinelojiyê` di qonaxa navîn û amadehî de cihê xwe di meclisê de bigirin.

Divê endamên meclisê û berdevkek ji bo meclisê ji aliyê malbatên xwendekaran ve bêne hilbijartin û berdevk jî ji malbatên xwendekaran be.

Rewşa xwendekaran ji aliyê mamoste û berdevkên endamên Meclisa Malbatên Xwendekaran tê şopandin, li gorî wê civînan li dar dixin. Li gorî biryarê ji bo nirxandina sala xwendinê û nirxandina karê meclisê dawiya sala xwendinê divê civînek giştî bê lidarxistin.

Hevberdevkê Dibistana Şehîd Gabar a qonaxa amadehî ya Qamişloyê Rêzan Hemo ji ajansa me re diyar kir ku beriya avakirina Meclisa Malbatên Xwendekaran wan bi malbatên xwendekaran re civîn çêkirin û meclis ava kirin.

ANHA