Êlên Ereban: Em spasiya hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar dikin

Rûspiyên êlên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar nîşan da. Rûspiyan diyar kir ku ev operasyon dê bibe sedema ewlehî û aştiyê û xurtkirina yekitiya nîştimanî.

Êlên Ereban: Em spasiya hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar dikin
16 mijdar, 2024   05:10
QAMISHLO
Rênas Remo

Şêx û rûspiyên êlên Ereb li kantona Cizîrê der barê Operasyona Ewlehiya Domdar de ji ajansa me re axivîn û piştgiriya xwe ji bo hêzên beşdarî operasyonê bûne, anî ziman.

Nesir El Deham ku yek ji rûspiyên êla Xewatna ye, bal kişand ser bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û der barê Operasyona Ewlehiya Domdar de got: “Piştî ku li herêmê liv û tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê çêbûn, vê operasyonê dest pê kir, ji bo têkbirina çavkaniyên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê û derdora wê û operasyonê encamên mezin bi dest xistin.”

Nesir El Deham tekez kir ku ew wek şêx û rûspiyên êlên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ`ê piştgiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin û da zanîn ku di demê de divê operasyonên ewlehiyê çêbin.

Ji rûspiyên êla El Meamara Mihemed Elî Xidir jî bal kişand ser çanda pêkvejiyana hevbeş û aştiyane di navbera hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Xidir tekez kir ku ev aştî û aramî bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêk hatiye.

Mihemed Elî Xidir spasiya hemû hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Me serdana kampa Holê kir û dît ku hêzên me bi her awayî ewlehiya herêmê diparêzin.”

(k)

ANHA