Li Deryaya Manşê keştiyeke penaberan noq bû

Rayedarên Fransayê ragihand li Deryaya Manşê keştiyeke penaberan noqî avê bûye û di encamê de penaberekî jiyana xwe ji dest daye.

Li Deryaya Manşê keştiyeke penaberan noq bû
15 kanûn, 2023   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên parastina deryayî yên Fransayê ragihand ku duh bi şev keştiyeke bi kêmanî 60 penaber tê de bûn, dema hewl dida xwe bigihîne Brîtanyayê, li Deryaya Manşê noqî avê bûye. Di encama qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û rewşa kesekî din giran e.

Rayedarên Fransayê diyar kir ji 66 kesên sax rizgar bûne, kesekî rewşa wî giran, bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî rayedaran, lêgerîna li kesên kesên sax mane didome.