Hêzên Şamê bajarokekî Derayê dorpêç kir

Piştî êrişa li dijî erebeyeke hêzên Rûsyayê ku di encamê de kuştî û birîndar çêbûbûn, hêzên hikumeta Şamê bajarokê Înxilê yê Derayê dorpêç kir.

Hêzên Şamê bajarokekî Derayê dorpêç kir
15 kanûn, 2023   15:46
NAVEND NÛÇEYAN

Hate zanîn ku li gundewarên Derayê bi mayinekê êrişî erebeyeke leşkerî ya hêzên Rûsyayê hatiye kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûbûn. Piştî êrişî hêzên hikumeta Şamê bajarokê Înxilê yê Derayê dorpêç kir.

Hêzên hikumeta Şamê li xeta Înxilê bi bajarê Casim ve girê dide, belav bûn û bendên xwe li rojhilatê Nexweşxaneya Casim danîn. Her wiha nuqteyên nû danîn da ku Casim û Înxilê ji hev qut bikin.

Her wiha hate zanîn hikumeta Şamê ber bi benda kontrolê ya nêzî devera Qebû Eswed ve sewqiyat kiriye û nuqteyeke nû bi navê "Dîfon" li bakurê Casimê daniye.

Li gorî nûçeya duh a SOHR’ê, li bajarokê Mehecê yê Derayê bi bombeyekê êrişî erebeyeke leşkerên Rûsyayê hate kirin, di encamê de leşkerekî Rûs hate kuştin. Piştî bûyerê hêzên Rûsyayê li bajarok seferber bûbûn û rêya navneteweyî ya li herêmê girtibû.

(bb)