12 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê 12 şehîdên di 2016’an de, di berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

12 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn
12 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn
12 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn
12 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn
12 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn
12 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn
12 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn
12 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn
12 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bibîranîn
29 gulan, 2025   23:46
HELEB

Îro (29’ê Gulanê), salvegera 9’an a şehadeta karwana berxwedêrên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye, di serî de şehîd û fermandar Ebû Şiyar, ku li taxa Seken El Şebabî ya li nêzî taxa Şêxmeqsûdê şehîd bûne.

Bi vê boneyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê, li cihê şehîbûna wan berxwedêrên taxên Şêxmeqsûd  Eşrefiyê, li Qada Şehîd Şiyar û Hevrêyên wî, merasîma bibîranîna 12 şehîdan li dar xist.

Di çalakiyê de, malbatên şehîdan ên Helebê, endamên saziyên sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî û şêniyên her du taxan amade bûn.

Di çalakiyê de fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê Zagros Heleb axivî û şehîdên ku destanên berxwedanê nivîsandine, bi bîr anîn.

Zagros soza xwe ji bo berdewamkirina rêça şehîdan û pêkanîna armancên wan ên parastina gel û parastina destkeftiyan, dubare kir.

Dûre şêniyên beşdar mûm li cihê şehadeta wan pêxistin û diruşmên silavkirina berxwedanê berz kirin.

ÇÎROKA BERXWEDÊRAN; ŞEHÎD ŞIYAR Û HEVRÊYÊN WÎ

Di berxwedana taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê de komek şervanên YPG’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xwebexşên xelkê taxê yên ku tev li seferberiyê bûne, li avahiyek taxa Seken El Şebabî bi cih bûbûn.

Berxwedêrên di vê avahiyê de, nehiştin çeteyên ku xendek ji cihê xwe heta bi nuqteyên xwe yên li nêzî Seken El Şebabî kolandibûn, bi pêş bikevin. Çeteyan di xendekên li nêzî avahiyê de mîqdareke mezin a teqemeniyan bi cih kiribûn û teqandin.

Ew teqîna ku 29’ê Gulana 2016’an pêk hatiye, taxa Şêxmeqsûdê hejand û di encamê de 12 berxwedêr, ji wan 5 şervanên YPG, 2 endamên Hêzên Asayîşê, 5 sivîl şehîd bûn û zirarek mezin bi wan avahiyan bû.

Şervanan karî cenazeyên 2 şehîdên Asayîşê û 4 cenazeyên YPG û cenazeya sivîlekî derxin, lê yên din di bin kavilan de man.

Hîna jî cenazeya şervanekî YPG’ê û 4 sivîlan di bin kavilan de ye, û ji ber derbasbûna demê di ser bûyerê re û mezinahiya wêranî û kavilê ya ji ber teqînê û kûrahiya 25 metreyan, ew cenaze nahtine derxistin.

Cenazeyên şehîdên ji bin kavilan hatine derxistin, wê demê li Pakrewangeha Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê bajarê Efrînê hatin definkirin.

(fr)

ANHA