Li Dêrikê 5 şehîd hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa bi merasîmekê cenazeyê 5 şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Xebat oxir kir.

Li Dêrikê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 5 şehîd hatin oxirkirin
22 ÇILE, 2026   15:27
QAMIŞLO

Şervanên QSD’ê Hogir Dêrik (Hisên Hisên) 20’ê Çileyê li gundê Alya yê Til Temirê şehîd bibû, Welat (Hesen Hacî) 18’ê Çileyê li Dêrazorê, Mazlûm Girkê Legê (Alan Omer) 20’ê Çileyê li Til Koçerê, Beyar Dêrik (Beyar Mihemed) ê 20’ê Çileyê li Holê şehîd bû, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê ku 19’ê Çileyê li bajarê Şedadê şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê wergirt û bi karwanekî ber bi pakrewangeha Şehîd Xebat ve bi rê ket û merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl axivî û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dîrokê de bi qirkirinê rû bi rû ma û îro jî dubare dibe.

Mihemed Cemîl anî ziman ku li dijî qirkirinan divê xwedî li şehîdan bê derketin, Rojava bê parastin û piştgiriya QSD’ê bê kirin, her wiha yekitiya neteweyî ya Kurdî were xurtkirin.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mahsûm Dêrşoyî jî axivî û banga rawestandina êrişan li hikumeta demkî kir û got, daxwaza şêniyan ew e ku hebûna wan were naskirin.

Ji fermandarên QSD’ê Seîd Koçer jî anî ziman ku QSD’ê dê şopadarên xeta şehîdan be û li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta demkî Rojava biparêzin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên 5 şehîdan bi dirûşman spartin axê.

(b)

ANHA