Li dêrên Şamê pîrozbahiyên Cejna Paskalyayê hatin betalkirin

Patrîkxaneya Antakya û Hemû Rojhilat a Katolîkên Yewnanî yên Melkî, piştî aloziyên li bajarê Siqêlbiyê yê Hemayê, pîrozbahiyên Cejna Paskalyayê ji bo mezhebên Xiristiyan ên ku li gorî salnameya Rojavayî dimeşin betal kirin.

Li dêrên Şamê pîrozbahiyên Cejna Paskalyayê hatin betalkirin
28 adar, 2026   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Patrîkxaneya Antakya û Hemû Rojhilat a Katolîkên Yewnanî yên Melkî ragihand ku piştî aloziyên li bajarê Siqêlbiyê yê Hemayê ku piraniya wan Xiristiyan in, pîrozbahiyên Cejna Paskalyayê ji bo mezhebên Xiristiyan ên ku li gorî salnameya Rojava dimeşin betal kirin.

Li gorî AFPˊê, di daxuyaniyekê de ji aliyê Patrîkxaneyê ve hatiye dayîn ku Patrîk Joseph Absi gotiye: "Ji ber şert û mercên bêhêvî yên heyî, me bi hevahengî û lihevkirina bi hemû dêran re biryar da ku pîrozbahiyên Cejna Paskalyayê ya îsal tenê bi nimêjên di hundirê dêran de sînordar bikin."

Ev biryar piştî bûyera li bajarê Siqêlbiya ku yek ji mezintirîn bajarên bi piraniya wê Xiristiyan in li Sûriyeyê ku çekdarên ji gundên cîran êrişî niştecihên wê kir, hat dayîn. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û şêniyan, ev bûyer bi awayekî mezhebperestî çêbûye.

Piştî çend meh ji teqîna xwekujî ya li dijî Dêra Mar Ilyas a li taxa Duwêla ya Şamê di Hezîrana 2025ˊan de ku di encamê de 25 kes hatin qetilkirin, ev yek çêbû.

Şêniyên Siqêlbiyê ji AFP re got ku wan êvara înê dengê çekan û qîrîna "Allah û Ekber" bihîstiye û ji tirsa li malên xwe mane.

Welatiyekî diyar kir ku ew wek malbatên Xiristiyan, qebûl nakin ji deverên ku bi hezaran salan lê dijîn derkevin û got: "Em beşek ji vê xakê ne û tevî hemû gefan jî em dev ji daxwazên xwe bernedin."

Beriya niha çekdar û kesên rûgirtî ku ji Keleha El Medîq û gundên derdora wê hatibûn, êrişî sivîlên bajarê Siqêlbiyê kirin, texrîb kirin û êrişî mal û milkên welatiyan kirin.

Îro bi dehan welatî li naverasta bajarê Siqêlbiyê çalakiyek protestoyê kir, pankartên "Na ji bêkontrolkirina çekan re... Erê ji dewletek Sûriyeyê re ku hemû pêkhateyên wê di nav xwe de bigire" bilind kirin.

Di çalakiyê de welatiyan daxwaza hesabxwestinê ji sûcdaran kir û li pankartên din jî "Na ji artêşa yekrengî re", "Na ji ragihandina derew re" û"Em daxwaza hesabxwestinê ji endamên Ewlekara Giştî yên destên wan di bûyerê de hene re dikin", hat hildan.

Patrîkxaneya Antakya û Hemû Rojhilat a Katolîkên Yewnanî yên Melkî di daxuyaniyê de êriş û çavtirsandin" li Siqêlbiyê şermezar kir û daxwaza vekirina lêpirsîneke fermî û hesabxwestina ji sûcdaran kir.

(ac/fr)

ANHA