ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-03-2026
29 adar, 2026   02:00

Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku malên wan hatine talankirin û rewşa ewlehiyê li Serêkaniyê xeternak e. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinan destnîşan kir ku divê mafê hêviyê bidin Rêber Abdullah Ocalan û bi fîzîkî azad bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Dema ku şer û pevçûnên herêmî û navneteweyî gur dibin, pirsek tê bîra mirov; gelo çima hinek dewlet zexta şer û pevçûnan tehemûl dikin û hinek dewlet jî zû zeîf dibin û ji hev belav dibin? Bersiva vê pirsê ne bi hevsengiyên hêzên leşkerî ve girêdayî ye. Ev yek bi têkiliyên dewletê û civakê ve girêdayî ye. Pevçûnên derve çi qasî dijwar bin jî hevgirtina hundirîn girîng e.

Analîzvan diyar dikin ku Sûriye şahidiya zêdebûna biryarên îdarî dike ku ji qanûnê derbas dibin û azadiyan tehdît dikin. Li gorî raporan, şer "dewlemendiyê li gorî erdnîgariyê ji nû ve belav dikin", bi awayekî ku xizmeta aboriya Amerîka dike, hêza bersivdanê ya Îranê jî kêm dibe.

Li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya bajarê Amûdê merasîma sersaxiyê ji bo Helbestvan Ehmed Huseynî li dar dikeve, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişloyê têkildarî rewşa dawî û pêla koçberiyê civîneke çapemeniyê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo bibîranîna Şehîdên Hefteya Lehengiyê PYDˊê li hola Kinêr a bajarê Til Temirê civînekê li dar dixe, 11.00ˊan, Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Çilaxayê 2 civînan yek li bajarokê Abira ya din jî li Kişkê li dar dixe, 14.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Hîlala Zêrîn a Hesekê bi boneya Roja Şano ya Cîhanî şanoyekê pêşkêş dike, 15.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN