Li Dêrelokê êrişeke nû hat destpêkirin
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di bin parastina çekdarên PDK’ê de li devera Dêrelokê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê êrişa dagirkeriyê da destpêkirin.

Li gorî agahiyên pêbawer ên ku Rojnewsˊê ji çavkaniyên herêmî wergirtin, leşkerên artêşa Tirk a dagirker di bin parastina çekdarên PDK’ê de îro derdora saet 14:00’an de li devera Dêrelokê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê operasyoneke dagirkeriyê dest pê kiriye. Di dîmenê bi dest ajansa Rojnewsˊê ketin de agahiyên herêmî piştrast dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ev du meh e bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tunekirina tevgera azadiya Kurd bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê bi hezaran leşker, bi sedan wesayîtên zirxî derbasî xaka Başûrê Kurdistanê kirine.
Ji aliyekî din ve rojane bi rêya hewayî û bejayî deverên gerîla û gundên welatiyên sivîl tên bombebarankirin. Gerîlayên azadiyê li dijî artêşa Tirk a dagirker tevî ku li dijî wan rojane êrişên hewayî û bejayî jî bênavber pêk tên, çekên qedexekirî û kîmyayî tên bikaranîn jî lê roj bi roj derbên giran li artêşa Tirk dagirker didin.