Artêşa Tirk gundewarên Dihokê bombebaran dike
Artêşa Tirk a dagirker gundê Spîndarê û Hindafî yên perestgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên Rojnewsˊê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker du gundên herêma Gara Spîndarê û Hindafê bombebaran kirin û di encmaê de ziyanê madî hatin dîtin. Heman çavkaniyan diyar kirin ku jiyana şêniyên gundên herêma Gara ji ber bombebarana balafirên Tirk di xeteriyê de ye û bê aramî heye.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê zêdetir bûne û di encamê de şêniyên gundên nêzî sînor neçarî koçberiyê dibin.
ANHA