Li Dêrazorê xeteriya DAIŞ’ê

Piştî êrişên dawî yên li ser Heleb, Şehba, rojavayê Suriyeyê û Minbiclê, şaneyên DAIŞ’ê û komên din ên çeteyan êrîşî hinek deverên Dêrazorê kirin. Hêzên QSD’ê jî bersiva êrişan dide û tedbîrên ewlekariyê zêde kirin.

Li Dêrazorê xeteriya DAIŞ’ê
3 kanûn, 2024   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, piştî bûyerên li Rojavayê Suriyeyê, şaneyên DAIŞ’ê û hin komên din ên ku bi navên cuda li deverên Dêrazorê yên di bin kontrola hikûmeta Şamê de bicîh bûne, ketin nava liv û tevgerê. 

Çavkaniyan ragihandin ku komên çete bi topan êrişî herêmê dikin. Hêzên Meclisa Leşkerî ya girêdayî QSD’ê jî bersiva êrişan dide. Her wiha tedbîrên ewlekariyê zêde dikin.

LI 7 GUNDAN EWLEKARÎ HAT SAZKIRIN
Meclisa Leşkerîya Dêrazorê îro (3 kanûn 2024) di saetên beriya nîvro de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku  li hemberî metirsiyên çeteyên DAIŞ’ê, li ser banga gelê herêmê berpirsyariya ewlekariya 7 gundan girtiye ser xwe û hêz bi cîh kirine.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin: “Li rojavayê Suriyeyê di demên dawî de gelek bûyer diqewimin û heta herêmên çolistanî bandorek wan a ciddî heye. Lewma ji ber van bûyeran metirsî heye ku bi taybetî li bakûr û rojhilatê Dêrazorê li deverên ku valiya ewlekariyê lê heye, şaneyên DAIŞ’ê bikevin nava liv û tevgerê.

Ji ber vê metirsina ciddî em agahdariyê dikin ku hêzên me li gundên Salihiyye, Tabiyye, Hatla, Haşam, Marrat, Mazlum û Huseyniye yên li rojhilatê Dêrazorê berpirsyariya gelên herêmê girtiye ser xwe. 

Hêzên me li ser banga gelê herêmê ya li hemberî metirsiya ku çeteyên DAIŞ’ê geşedanên li rojavayê welat ji xwe re bike hincet û tevlîheviyan derxîne, li van gundan hatine bicîhkirin.”