Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin

Beşdarên merasîma oxirkirina şehîd Ezîz Selahadîn Şêxo berxwedana gel silav kir û got "Gel û neteweyên ku xwîn û şehîdan nedin, navê wan di dîrokê nayê nivîsndin.”

Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
Şehîd Ezîz Selahedîn hat oxirkirin
3 kanûn, 2024   14:53
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê, Ezîz Selahedîn Şêxo ku 1`ê Kanûnê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Qamişlo-Hesekê şehîd bûbû, oxir kir. 

Merasîmê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ibêd Etê di merasîmê de axivî û têkoşîn û berxwedana gel silav kir.

Etê bal kişand ser hevgirtina pêkhate û gelan û got: "Em bi rêz û hurmet vê hevgirtina pêkhateyan silav dikin ku gelê me di şîn û şahiyan de li kêleka hev e.”

Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk Ayid Îbrahîm jî bal kişand ser berxwedana gelê Şehba û Helebê û got gel bi salan li kampan li ber xwe da, da ku vegere ser axa xwe ya dagirkirî ya  Efrînê, lê dîsa bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin.

Endamê Buroya Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Kawa Gulo jî soza şopandina rêya şehîdan da û destnîşan kir ku buhayê avakirina welatan giran e.

Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Cesir El Salih jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Gel û neteweyên ku xwîn û şehîdan nedin, ew netewe ne ne layîqê jiyanê ne û ne jî navê wan di dîrokê tê nivîsndin.”

Li ser navê malbata şehîd Ezîz jî Kêfo Osman axivî û spasiya hemû beşdaran kir û anî ziman ku ew bi têkoşîn û fedakariya şehîd Ezîz serbilind in.

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Cenazeyê şehîd Ezîz bi dirûşmeyên bilindkirina berxwedan û têkoşîna hate oxirkirin.

Sibe saet di 10:00’an de li ber avahiya Meclisa Taxa Enteriye merasîma sersaxiyê tê lidarxistin.

(k)