Edhem Barzanî: Armanca êrişan tunekirina destkeftiyên Başûr û Rojava ye

Siyasetmedar Edhem Barzanî got êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û hin bajarên Sûriyeyê, ji bo tunekirina destkeftiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne.

Edhem Barzanî: Armanca êrişan tunekirina destkeftiyên Başûr û Rojava ye
3 kanûn, 2024   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedar Edhem Barzanî têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên di rojên dawî de yên li ser Helebê û kantona Efrîn û Şehbayê peyamek belav kir.

Edhem Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku êrişên dawîn yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo ewlehiya Rojhilata Navîn û cîhanê metirsîdar in û got: “Bi taybet êriş ji bo tunekirina destkeftiyên 33 salên borî yên gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistan û 13 salên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ne. Ger hemû aliyên Kurd bê cudahî li hember êrişan ne xwedî helwest bin û ji bo pirsgirêkan rêyeke çareseriyê neyê dîtin, ev agir dê me hemûyan bide ber xwe.”

Edhem Barzanî di dewama peyama xwe de behsa rola Rêber Abdullah Ocalan jî kir û got: “Çareseriya doza rewa ya gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê û berê xwe dana Îmraliyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan ku bi awayekî herî aşkera di destê birêz Abdullah Ocalan de ye, rêya herî guncaw e.”