Li Dêrazorê mazot li cotkaran tê belavkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha ji sedî 80 ji parên yekemîn a mazota avdanê li cotkarên gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê belav kir. Belavkirin dewam dike.

Li Dêrazorê mazot li cotkaran tê belavkirin
7 sibat 2024   04:36
DÊRAZOR

Bi armanca piştgiriya saktora çandiniyê û ji bo pêkanîna encamnameyên Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê li Dêrazorê, Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Rojhilat a Kantona Dêrazorê mazot a ji bo çandiniyê li cotkaran belav dike.

Ji bo her donimekî 10 lître mazot hatiye diyarkirin û her lîtreyek bi 950 lîreyên Sûriyeyê ye.

Rûbera giştî ya zeviyên çandiniyê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê 286 hezar donim e.

Li gorî hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Rojhilat a Dêrazorê Ehmed El Salim, heta niha ji sedî 80 mazot hatiye belavkirin û xebatên belavkirinê dewam dike.

Endamê Komîteya Çandinê ya bajarokê Hecînê Mihemed El Ewad jî got bi armanca piştgiriya cotkaran mazot a ji bo çandiniyê bi bihayekî guncaw tê belavkirin.

Li aliyekî din jî cotkarê bi navê Merwan Mistefa El Mihemed da zanîn ku belavkirina para yekemîn a mazotê ya ji bo avdanê hinekî dereng ma. El Mihemed xwest ku para duyemîn di demeke nêz de bên belavkirin.

El Mihemed anî ziman ku mazota ji hêla Komîteya Çandiniyê ve hatiye belavkirin barê cotkaran sivil kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Piştgiriya saktora çandiniyê û dabînkirina mazotê li herêmê pêwîstiyek e, ji ber destekê dide berhemdana çandiniyê."

(fr)

ANHA