Agahiyên nû der barê çalakiya HRE’yê de

Çavkaniyek HRE’yê agahiyên nû der barê çalakiya fedaî parve krin ku di Çileyê de li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiribû.

Agahiyên nû der barê çalakiya HRE’yê de
Agahiyên nû der barê çalakiya HRE’yê de
Agahiyên nû der barê çalakiya HRE’yê de
Agahiyên nû der barê çalakiya HRE’yê de
Agahiyên nû der barê çalakiya HRE’yê de
Agahiyên nû der barê çalakiya HRE’yê de
Agahiyên nû der barê çalakiya HRE’yê de
7 sibat 2024   03:35
ŞEHBA
MIHEMED EBDO

Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê, de roja 30’ê Çileya 2024’an çalakiyeke fedaî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir. Di encama vê çalakiyê de 12 leşkerên artêşa Tirk û 8 çete hatin kuştin, 8 leşker û 17 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha doçkayek, çeperek çekên giran û 2 kamerayên mobese hatin îmha kirin, 18 çeper jî hatin rûxandin. Her wiha 5 şervanên HRE’yê yên çalakiya fedaî pêk anîn, şehîda bûn.

Çavkaniyek HRE’yê ji ajansa me re diyar kir ku amadekariyên çalakiya fedaî derdora mehekê dewam kir. Çavkanî destnîşan kir ku di çarçoveya amadekariyên de tevgerên çete û dagirkeran, hejmarên wan, cureyên çekên wan û nuqteyên wan dihatin şopandin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku nuqteya dagirker û çeteyan a ji aliyê HRE’yê ve hatibû ruxandin ji çekên wekî tank, obîs, hawan, doçka, moşekên germî û dûrbînên leşkerî pêk dihat.

Têkildarî hejmara leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên li nuqteyê, çavkanî da zanîn ku hejmara wan nêzî sedî bû û got: "Dibe ku hejmar ji vê zêdetir be. Ji bilî vê yekê tunel li gundê Basilê yê dagirkirî yê navçeya Şêrawayê hene ku çete xwe tê de vedişêrin."

Rojnamevan Egîd Roj jî got, piraniya çeteyên li gundê Basilê xwe bi cih kirine, ji Qafkasiyayê ne û çeteyên DAIŞ’ê ne yên ku di buhara 2019’an de ji bajarokê Baxozê yê Dêrazorê reviya bibûn.

Çavkanî aşkera kir ku di çalakiyê de 18 baregeh bi temamî hatin wêrankirin. Çavkanî diyar kir  ku dema çalakiyê artêşa Tirk a dagirker ji  baregehên li gundên Kîmarê, Enakîbe, Til Kibirîn, Koplê û Cilbirê bi dijwarî Basilê topbaran dikirin da ku dagirkerên xwe xilas bike. Çavkanî da zanîn ku HRE’yê li wan baregehan dan.

Heman çavkanî destnîşan kir ku ruxmî êrişên dijwar, HRE’yê çalakî bi serkeftî pêk anî û derdora 2 saetan an ku heta saet di 10.00’an de li Basilê man.

Rojnamevan Egîd Roj ê çalakiyên HRE’yê dişopîne bang kir ku guh nedin çapemeniya dewleta Tirk  û diyar kir ku ragihandina ser bi dagirkeran windahiyên xwe yên mezin vedişêre.

Gundê Basilê yê navçeyê Şêrawayê derdora 20 km dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Gund xwedî stratejiyeke girîng e ji ber ku kilîta ku diçe çiyayê Leylûnê ye.

(bb)

ANHA