’Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk neyê aştî û azadî li cîhanê pêk nayên’

Welatiyên kantona Minbicê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan afrînerên aştiyê ye û got, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger nebe azadî û aştî li cîhanê pêk nayên.

’Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk neyê aştî û azadî li cîhanê pêk nayên’
7 sibat 2024   02:35
MINBIC

Welatiyên kantona Minbicê bang li tevahî gelan kir ku beşdarî çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin.

Welatiyê bi navê Şêxo Mihemed anî ziman ku Minbic û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji terorê hatin rizgarkirin. Şêxo Mihemed ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir û wiha domand: "Divê çalakî û meş li dijî komploya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan werin lidarxistin. Divê tevahî beşên civakê bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin."

Mihemed di dewama axaftina xwe de diyar kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan têkiliyên biratiya gelan xurttir kir û wiha pê de çû: "Fikrê Rêber Abdullah Ocalan me ji fikrê DAIŞ’î xilas kir ku faşîma Tirk di civaka me de çandibû. Fikrê Rêbertî têkiliyên biratiya gelan xurt kir. Her çiqasî me xwe di vî fikrî de kûr bikin û li ser wê bimeşin em ê zû azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin."

’ABDULLAH OCALAN AFRÎNERÊ FIKRÊ AŞTIYA NAVNETEWEYÎ YE’

Welatiyê bi navê Mihemed Hûsam El Şewax diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan wekî pêta agir li tevahî cîhanê belav bûne û got: "Tevahî gelên azad têgihiştin ku ev fikr zemîna bindestxistina azad û mafên xwe ne. Têgihiştin ku bêyî azadiya ronakbîr, fîlozof û afrînerê aştiya navneteweyî Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest naxin."

El Şewax îşaret pê kir ku dê çalakî û pêngava navneteweyî berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û komployên kapîtalîzmê têk bibin.

Welatiya bi navê Naciya Hec Mihemed bang li jinên minbicî kir bi rêya xwepêşandan, daxuyanî û çalakiyan dengên xwe bighînên tevahî cîhanê û got: "Em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin."

’AZADIYA RÊBERTÎ AZADIYA JIN Û TEVAHÎ MIROVAHIYÊ YE’

Naciya Hec Mihemed anî ziman ku jinên minbicî bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihaştine asta fermandariyê û wiha dom da axaftina xwe: "Divê tevahî jinên cîhanî li ser vî fikrî bimeşinin û tevahî derfetên xwe seferber bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin. Azadiya Rêbertî, di serî de azadiya jinan û tevahî mirovahiyê ye."

Welatiya bi navê Riweyda Hinêzil jî got, Rêber Abdullah Ocalan hevrêyê jinan e, derfet da jinan da ku di karên xwe yên siyasî, leşkerî û sivîl de rêveberiyê bikin. Riweyda got: "Em jinên ji bajarê Minbicê bi tevahî pêkhateyên xwe dê bi rêya karê xwe û tevlêbûna xwe nava tevgerên jinan, meş û semîneran têkoşînê berdewam bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Riweyda di dawiyê de wiha axivî: "Heke Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, aştî û azadî li cîhanê pêk nayên."

(bb)

ANHA