Rûsyayê kontrolkirina bajarokekî din ragihand

Hêzên Rûsyayê ragihand ku wan li Xarkîvê ya li rojhilatê Ukraynayê bajarokekî din kontrol kiriye.

Rûsyayê kontrolkirina bajarokekî din ragihand
8 tebax, 2026   15:12
NAVENEA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku yekîneyên hêzên Koma Bakur bajarokê Ivanovka yê herêma Xarkîvê ya li rojhilatê Ukraynayê kontrol kiriye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, kontrolkirina bajarok di encama operasyonên êrişkariyê yên çalak ên yekîneyên koma navborî de pêk hat.

Wezaretê duh ragihandibû ku hêzên wê bajarokê Anishchiny ê heman herêmê kontrol kiriye û Ivanovka bajarokê duyemîn e ku Moskov di nav kêmtirî 48 saetan de kontrol kiriye.

Li gorî daxuyaniya berê ya wezaretê, di hefteya borî de 8 gund û bajarok li rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine.

(bb)