Li Dêrazorê 3 DAIŞ’î girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê girtin.

Li Dêrazorê 3 DAIŞ’î girtin
Li Dêrazorê 3 DAIŞ’î girtin
Li Dêrazorê 3 DAIŞ’î girtin
Li Dêrazorê 3 DAIŞ’î girtin
Li Dêrazorê 3 DAIŞ’î girtin
22 îlon, 2024   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Beşa Ewlehiya Giştî û Hêzên Têkoşîna Dijî Terorê (HAT) roja 15’ê Îlonê operasyonek gundewarê kantona Dêrazorê li dar xistibû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encamê operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Hate destnîşankirin ku çeteyên hatin girtin, bi rêbazên tirsandin û gefxwarinan pere ji welatiyan distandin.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên operasyonê miqdareke çek, alavên peywendiyan û belgeyên kesayetî yên çeteyan desteserkirin.

(bb)