Xebatên restorekirina sûrê Reqa û Kelaha Caberê didomin

Desteya Çand û Şûnwaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, restorekirina sûra kevnar a Reqayê û Kelaha Caberê li kantona Tebqayê didomîne.

Xebatên restorekirina sûrê Reqa û Kelaha Caberê didomin
Xebatên restorekirina sûrê Reqa û Kelaha Caberê didomin
Xebatên restorekirina sûrê Reqa û Kelaha Caberê didomin
Xebatên restorekirina sûrê Reqa û Kelaha Caberê didomin
Xebatên restorekirina sûrê Reqa û Kelaha Caberê didomin
Xebatên restorekirina sûrê Reqa û Kelaha Caberê didomin
Xebatên restorekirina sûrê Reqa û Kelaha Caberê didomin
Xebatên restorekirina sûrê Reqa û Kelaha Caberê didomin
Xebatên restorekirina sûrê Reqa û Kelaha Caberê didomin
7 tebax, 2025   17:42
REQA
MIZGÎN ELÎ

Desteya Çand û Şûnwaran a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê restorekirina sûra kevnar a Reqayê di qonaxa 4`emîn de didomîne ku Hezîrana borî dabû destpêkirin.

Desteyê 14`ê Hezîranê qonaxa 4`emîn a projeya restorekirinê piştî bi dawîkirina qonaxa sêyemîn dest pê kiribû.

Di vê qonaxê de bedenê 6`emîn a sûrê û deriyên wê, dergehê kolana El Mensûr, dergehê kolana Mizgefta El Mensûrî, dergehê kolana 23`yê Sibatê û dergehê Sînaayê, tê restorekirin.

Dîroka sûrê vedigere serdema Ebbasiyan (serdema 18`emîn P.Z) rûbera wê 3.5 kîlometredam e. ji ber paşguhkirinê di serdema DAIŞ`ê ji destpêka 2014`an ve û topbarana dijwar a li herêmê de, beşên mezin ji sûrê hilweşiyane.

Hevseroka desteyê Serfiraz Şerfî ji ajansa me re axivî û got: “Niha me girîngî daye her 4 dergehên dîorkî. Ew şahidên avahîsaziya ebbasî ya navdar e.”

Serfiraz aşkera kir ku demeke bê dê dergeheke nû ji deriyê têketina kolana El Mensûr re ava bikin, bi hevkariya tîmên pisporên kar û barên şûnwaran, dê beşên din jî restore bikin. Serfiraz da zanîn ku di wan tîman de pisporên xwecih û navneteweyî jî hene.

Li gorî Serfirazê, desteyê deriyên sereke yên Kelaha Caberê ya kantona Tebqayê bi dawî kiriye. Birceke wê kiriye muzexane û dê kelûpelên hatine dîtin, li wir pêşan bide.

Deste, ne tenê şûnwaran restore dike, lê belê bi rêya muzexaneyeke taybet li Reqayê, sûcên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî jinan belge dike. Wêne û peykarên sûcên DAIŞ`ê nîşan didin, li muzexaneyê pêşan dide. Li kêleka wê gelek çalakî û mîhrîcanan jî li dar dixe.

(şx)

ANHA