Li Derayê pevçûnên dijwar

Komeke girêdayî tûgaya 8ˊan bi guleyên RPGˊê bajarokê Misêfire yê Derayê hedef girt.

Li Derayê pevçûnên dijwar
23 adar, 2024   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di navbera komeke girêdayî tûgaya 8ˊan û komeke girêdayî şaxê Muxaberat Cewiyê (îstîxbarata asîmanî) ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê de pevçûnên dijwar çêbûn.

SOHRˊê diyar kir ku koma girêdayî tûgaya 8ˊan bi topên RPGˊê bajarokê Misêfire topbaran kir, li gorî agahiyan welatî, di nav de jin, birîndar bûn.

(fr)