Ji MSDˊê daxuyaniya bo salvegera rizgarkirina Baxozê

MSDˊê, QSDˊê û gelê Sûriyeyê di salvegera rizgarkirina bajarokê Baxozê de pîroz kir û bang li civata navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin.

Ji MSDˊê daxuyaniya bo salvegera rizgarkirina Baxozê
23 adar, 2024   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 5ˊan a rizgarkirina bajarokê Baxozê ji çeteyên DAIŞˊê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"'3ˊyê Adarê salvegera 5ˊan a rizgarkirina bajarokê Baxozê yê girêdayî Dêrazorê ku baregeha dawî ya rêxistina DAIŞˊê ye. Bi serkêşiya QSDˊê û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Baxozê hat rizgarkirin.

Ruxmî derbasbûna 5 salan di ser têkbirina dewleta xîlafetê re, lê hîna li ser ewlehî û aştiya navneteweyî gefeke cidî ye. Li herêmên me, şaneyên veşartî êrişan dike, tirsê û gendeliyê belav dike. Tiştê li bajarê Krasnogorsk ê Moskovê rû daye û êrişên li dijî komkarên kuvarkan (dumbelan) li beyarê Sûriyeyê nîşaneya dewama xeteriya rêxistinê ye. Dê ev êriş berdewam bikin, ger çareseriyeke giştî ji pirsgirêka malbatên rêxistinê li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çênebe. Divê dewlet berpirsiyariyên xwe li hember welatiyên xwe li kampan rabin û vegerînin. Divê civata navneteweyî destekê bide Rêveberiya Xweser bi rêya avakirina dadgehên navneteweyî ji endamên rêxistinê yên di girtîgehan de, kaniyên wê yên civakî û aborî werin ziwakirin. 

Ji bo projeyên rêxistinên terorîst ên dagirkirinê li bakurê Sûriyeyê, zext li dewletên herêmê yên destekê didin van rêxistinan were kirin. Ev yek jî bi çareseriyeke giştî bo krîza Sûriyeyê û pêkanîna biryara 2254ˊan pêkan e. Her wiha divê dagirkerî bê bidawîkirin; destpêkê dewleta Tirk a dagirker, ku bakurê Sûriyeyê vegerandiye cihê guncaw ji bo endamên rêxistinê yên piştî rizgarkirina Baxozê revîne wir. Li kêlek wê jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bi armanca koçberkirina şêniyên resen e, bi wê re şaneyên rêxistina terorîst çalak dibin.

Em MSDˊê di demekê de QSDˊê, malbatên şehîdan, gelê Sûriyeyê û tevahî mirovahiyê bi vê serkeftina mezin pîroz dikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe yên mirovî û exlaqî rabin û bi hev re ji bo têkbirina terorê ji koka wê de bixebitin.

Aştî û ewlehiya navneteweyî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dest pê dikin û bi dawî dibin û divê hewldanên durist bi vê armancê pêk bên."

(fr)