Li Derayê li dijî hêzên hikumeta Şamê êriş

Li gundewarê Derayê li dijî hêzên hikumeta Şamê êriş hat kirin.

Li Derayê li dijî hêzên hikumeta Şamê êriş
7 adar, 2024   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên girêdayî komeke xwecih, li nêzî mizgefteke taxa Xerbî ya bajarê Neway ê rojavayê Derayê bombeyek avête komeke hêzên hikumeta Şamê. Li agahiyên SOHR, di êriş de kuştî çêbûne.

Beriya wê jî, Îsraîlê bi 2 moşekan 2 navendên leşkerî li nêzî Til Um Horan ku di navbera bajarê Newa û Casim ê Derayê de ye, topbaran kiriye. Lê belê agahiyên der barê encamên wê de nehatin parvekirin.

(şx)