Ji Koordînasyona Jinan a MSD`ê banga hevgirtinê 

Koordînasyona Jinan a MSD`ê bang li jinan kir ku heta doza jinan bi awayekî adil çareser nebin, jin nikarin mafên xwe bidest bixin.

Ji Koordînasyona Jinan a MSD`ê banga hevgirtinê 
7 adar, 2024   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 8`ê Adarê hemwextî destpêkirina biharê ye û ev têkiliya di navbera jinan û xwezayê de rave dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin ji destpêka dîrokê ve, jêdera îlhamê, afirandin ,dikare çareseriyan biafrîne,stratejiyên nû deyne û di guhertina demokratîk , nîştimanî û bidestxistina edaleta civakî de bibe hêzeke çalak.

Her wiha bang hat kirin ku biryar û qanûnên navneteweyî yên jinan ku mafên wê dabîn dikin, bi awayekî rastîn pêk werin û civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li hemberî jinan bîne cih.

Di daxuyaniyê de hate got: "Tenê bi çareserkirina dozên jinan bi awayekî adil û giştî, dê çareserî pêk were. Em bawer in ku jina sûriyeyî dikare li hember aloziyê li ber xwe bide, li suryê çareseriyê bîne û yekitiya Sûriyeyê biparêze. Em ê destkeftiyên jinan biparêzin bi mezinkirina têkoşînê û berdewamkirina berxwedanê bidomînin."

(şx)