Li Derayê firoşkran û mamosteyan ji bo mafên xwe xwepêşandan li dar xistin

Şêniyên Senemeynê û Derayê li dijî rakirina firoşgehên kolanan nerazîbûn nîşan dan, her wiha daxwaza nûkirina peymanên mamosteyên ku ji sala 2021`an vir ve ji kar hatine avêtin kirin.

Li Derayê firoşkran û mamosteyan ji bo mafên xwe xwepêşandan li dar xistin
9 tebax, 2026   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Parêzgeha Derayê xwepêşandanên ji bo daxwazên jiyanî û pîşeyî hatin lidarxistin. 

Li bajarê Senemeynê, li bakurê parêzgeha Derayê, xwepêşanderan çend rê girtin, li dijî biryara Rêveberiya Navçeya Senemeynê ya rakirina firoşgehên kolanan nerazîbûn nîşan dan. Wan daxwaz kir ku rewş û berjewendiyên firoşkaran werin berçavgirtin.

Li bajarê Derayê, mamosteyên ku bi peymanan dixebitin li ber Rêveberiya Perwerdehiyê çalakiyek rûniştinê li dar xistin û daxwaza nûkirina peymanên xwe kirin.

Mamoteyên ku di sala 2021`an de ji ber sedemên têkildarî helwestên wan ên di salên krîza Sûriyeyê de ji kar hatin derxistin daxwaz kir ku rewşa wan were çareserkirin û ew vegerin ser kar.

(k)

ANHA