Hûsiyan hedefgirtina parzûngeha Aramko girte ser xwe

Hûsiyan êrişa li ser tesîsa girêdayî Şîrketa Aramko ya li bajarê Cazan a Siûdiyê girte ser xwe, Siûdiyê jî aşkare kir ku wan şewat vemirandiye.

Hûsiyan hedefgirtina parzûngeha Aramko girte ser xwe
9 tebax, 2026   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Ensar Elah El Hûsî, berpirsyartiya hedefgirtina parzûngeha girêdayî Şîrketa Aramko ya Siûdî ya li bajarê Cazan a başûrê rojavayê Siûdiyê ya ku bi rêya balafira bê mirov pêk hat, girte ser xwe.

Berdevkê Hûsiyan Yihya Serîa ragihand ku êriş bi balafira bê mirov pêk hatiye û wan armanca xwe bi temamî pêk aniye.

Wezareta Enerjiyê ya Siûdî beriya niha aşkare kiribû ku tîmên agirkujê ji bo vemirandina şewata ku li tesîsa girêdayî parzûngeha Aramko derketibû destwerdan kirine. Hûrgirliyên bûyerê nehatin aşkarekirin.

(sb)

ANHA