Li Humsê bi êrişekê ciwanek bi giranî birîndar bû

Li taxa El Muhacirîn a Humsê ciwanek di encama êrişeke bi kêrê ji hêla 2 kesan ve bi giranî birîndar bû.

Li Humsê bi êrişekê ciwanek bi giranî birîndar bû
9 tebax, 2026   10:08
HUMS

Çavkaniyên xwecihî destnîşan kirin ku, berbanga sibehê (îro) li nêzî dibistanan Îmad El Dîn El Yûsif a li taxa El Mûhacirîn ya li Humsê, 2 kesên li ser motorîskiltekî êrişî ciwanekî kirin. 

Di encamê de ew ciwan sewqî nexweşxaneyê hat kirin, hat destnîşankirin ku birîna wî jî giran e. Heta niha têkildarî bûyerê agahiyên fermî nehatiye weşandin.

Li gorî şopandina ajansa me, tenê duh (8 Tebax) di encama bûyerên ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê rû dane, 10 kes hatin kuştin.

(sb)

ANHA