Li Dera û Quneytirayê leşkerên Îsraîlê ketin nav axa Sûriyeyê

Li gundewarên Dera û Quneytirayê balafirên helîkopter ên artêşa Îsraîlê li ezman geriyan û bombeyên ronahiyê avêtin, her wiha artêş bi bejayî jî derbasî herdu herêman bû û rêbendên kontrolê danîn.

Li Dera û Quneytirayê leşkerên Îsraîlê ketin nav axa Sûriyeyê
24 kanûn, 2025   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ezmanê herêma Yermûk a rojavayê Derayê balafirên helîkopter ên Îsraîlê geriyan. Tu agahî tune ne bê operasyonên leşkerî hatin pêkanîn an na.

Li derdora gundê Cebata El Xeşeb û bajarê Quneytirayê hemwextî gerîna balafirên bêmirov, hêzên Îsraîlê bombeyên ronahiyê avêtin. Ev jî bû sedema tirsê di nav şêniyan de.

Girêdayî wê, 6 wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê derbasî gundê Terence bûn û 2 rêbendên kontrolê danîn, yek li ser rêya Cebata El Xeşeb - Ofanya û ya din li ser rêya Cebata El Xeşeb - Eyn El Noriye.

Ev di demekê de ye ku Îsraîlê çalakiya xwe li gundewarên Dera û Quneytirayê zêde kiriye bê ku tu daxuyaniyên fermî li ser vê çalakbûnê werin bide.

(mh)