Rojnameyên erebî der barê rewşa Sûriyeyê de nivîsîn

Rojnameyên erebî nivîsîn ku aramiya Sûriyeyê bi ji nû ve avakirina welêt bi lihevhatina neteweyî, edaleta veguhêz û dewleteke li ser bingeha saziyan ve girêdayî ye.

Rojnameyên erebî der barê rewşa Sûriyeyê de nivîsîn
24 kanûn, 2025   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî, pêşketinên li qada Sûriyeyê ji hêlên siyasî û rewşenbîrî ve nirxandin.

Rojnameya Lubnanö El Nehar di gotareke bi sernavê "Zengilên şer li Sûriyeyê ji bo kê lê didin?" de, pirsî ka kî Sûriyeyê ber bi şerekî nû ve dibe, di demekê de ku zexta navneteweyî ya ji bo rêkeftinên ewlehiyê bi Îsraîlê re zêde dibin. Di heman demê de hewldanên siyasî yên rastîn ji bo pêkanîna lihevhatina neteweyî ya berfireh dereng dimîne.

Rojnameyê diyar kir ku “pêkanîn peymanên ewlehiyê yên qismî bi hêzên biyanî re, di demekê de ku peymaneke civakî ya berfireh tune ye, xetereya parçebûnê zêde dike û Şamê vediguherîne bajarekî bêbandor.”

Rojnameyê diyar kir ku "paşxistina lihevhatina neteweyî û pêkanîna edaleta veguhêz welêt di rewşeke nazik de dihêle û rê li ber vegera tundiyê vedike û derfetek domdar ji bo destwerdana derve peyda dike."

Rojnameya Independent Erebiya bal kişand ser serdema piştî Qanûna Qeyser û ev yek wek gaveke girîng ber bi Sûriyeyeke nû ve nirixand, lê diyar kir ku berpirsiyariyeke duqat dikeve ser milê Sûriyeyê.

Rojnameyê destnîşan kir ku "mezintirîn dijwariya ku Şam pê re rû bi rû ye, veguhastina ji desthilatdariya de facto ber bi dewleteke saziyan e û avakirina pergalek siyasî ku bi zelalî rêça qonaxa veguhêz diyar bike.”

Rojnameyê diyar kir ku "aborî nikare ji siyasetê were veqetandin û her çi qas piştgiriya derve hebe jî, lê nebûna azadiyên siyasî rê li ber geşbûna aborî digire.”

Kovara El Mecela a Siûdiyê jî di çarçoveyeke berfirehtir de nêzî dîmena Sûriyeyê bû û rewşa siyasî ya li Sûriyeyê bi teqîna krîzên li Yemen, Sûdan û Lîbyayê ve girê da.

Kovarê destnîşan kir ku modelên li ser bingeha lihevhatinê li Iraq û Lubnanê nekarîn dewleteke dadmend biafirînin.

Kovarê da zanîn ku tiştên li Heleb û herêmên din ên Ereban diqewimin tînin bîra mirov ku pirsgirêkên rewatiyê û hemwelatîbûnê hîn nehatine çareserkirin û ji ber nebûna çareseriyên siyasî yên berfireh, bikaranîna çekan hîn jî vebijêrkek e.

(k)