Li depoyek Heşdî Şabî teqînek pêk hat

Piştî saetên nîvro li depoyeke çek û teqemenî ya navenda leşkerî ya Mensûriye ya ser bi Heşdî Şabî ya li bajarê Diyale ya Iraqê teqînek pêk hat. Wezareta Parastinê ragihand ku tu ziyanên canî nebûne.

Li depoyek Heşdî Şabî teqînek pêk hat
25 hezîran, 2026   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li depoyeke Heşdî Şabî yê li bajarê Diyale yê Iraqê teqînek çêbû. Têkildarî teqînê Wezareta Parastinê ya Iraqê daxuyaniyek da.

Heta ragihandin ku ji ber teqînê agir bi navenda leşkerî ketiye û ti ziyanên canî pêk nehatine.

Hate diyarkirin ku piştî teqînê demildest tîmên emnî û leşkerî yên dikevin nava sînorê berpirsyariya firqeya yek û fermandariya operasyona Diyale ji bo vemirandina agir ketin nava tevgerê û kontrolkirina agir.

Herî dawî hate ragihandin ku li ser mijarê lêkolîn hatiye destpêkirin.