Eraqçî: Wê Îran-Omanê têkildarî gotûbêjkirina birêvebirina Hurmuzê hevdîtinan bikin

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku Îran û Oman dê ji bo gotûbêjkirina birêvebirina pêşerojê ya Tengava Hurmuzê û xizmetên trafîka deryayî hevdîtinan bikin.

Eraqçî: Wê Îran-Omanê têkildarî gotûbêjkirina birêvebirina Hurmuzê hevdîtinan bikin
25 hezîran, 2026   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî daxuyaniya hevbeş a vê dawiyê ji Sultenet Omanê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro ragihand ku Tehran û Mesqet dê ji bo gotûbêjkirina rêkeftinên pêşerojê yên birêvebirina Tengava Hurmuzê û xizmetên trafîka deryayî hevdîtinan bikin.

Eraqçî di postekê li ser platforma "X" de diyar kir ku wî bi hevtayê xwe yê Omanî Bedr El Busêdî re bi telefonê axiviye û girîngî daye biryardariya her du aliyan ku şêwirmendiyên bi welatên cîran re der barê pêşeroja tengavê de bidomînin.

Di vê çarçoveyê de, Omanê di hevdîtinekê de bi Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubio û wezîrên derve yên welatên Kendavê re destnîşan kir ku rêkeftinên pêşerojê yên ji bo Tengava Hurmuzê dê tu xercên transîtê negirin nav xwe.

(fr)