Li Depê hişyariyên trafîkê jê birin

Dijminên Kurdan li navçeya Depê ya bakurê Kurdstanê hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî jê birin.

Li Depê hişyariyên trafîkê jê birin
22 îlon, 2024   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Dep a Xarpêtê, hişyariyên trafîkê yên 'Pêşî Peya' û 'Hêdî' yên ji aliyê şaredariya DEM Partiyê ve li ser rê hatibûn danîn, hatin jêbirin. Li gorî agahiyan, hişyariyên bi Kurdî nîvê şevê hatin jêbirin.

Bi fermana Wezareta Karên Hundir a Tirk li Wan, Amed, Mêrdîn û Êlihê hişyariyên bi Kurdî hatibûn jêbirin.