Şehîd Seyît Evran li ser gora xwe hat bi bîranîn

Rojnamevan Seyît Evran di salvegera 1'emîn a şahadeta xwe de li ser gora xwe hat bi bîranîn.

Şehîd Seyît Evran li ser gora xwe hat bi bîranîn
Şehîd Seyît Evran li ser gora xwe hat bi bîranîn
Şehîd Seyît Evran li ser gora xwe hat bi bîranîn
Şehîd Seyît Evran li ser gora xwe hat bi bîranîn
Şehîd Seyît Evran li ser gora xwe hat bi bîranîn
Şehîd Seyît Evran li ser gora xwe hat bi bîranîn
Şehîd Seyît Evran li ser gora xwe hat bi bîranîn
Şehîd Seyît Evran li ser gora xwe hat bi bîranîn
Şehîd Seyît Evran li ser gora xwe hat bi bîranîn
22 îlon, 2024   12:08
QAMİŞLO

Rojnamevan Şehîd Seyît Evran di salvegera 1'emîn a şahadeta xwe de, li ser gora xwe ya li Şehîdgeha Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, ji aliyê rojnamevan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan û  gelek kesan ve hat bi bîranîn.

Di merasîma bîranînè de  piştî deqeyek rêzgirtin endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî.

Mihyedîn Hesen piştî sersaxî  ji hevrê û malbata Şehîd Seyît Evran re xwest, bal kişand ser têkoşîna Şehîd Seyît Evran û diyar kir ku Şehîd Seyît bi têkoşîna xwe mîraseke mezin li pey xwe hişt û got: “Lazim e em xwedî li mîrasa şehîdan derbikevin.”

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî peyama dawî ya Şehîd Seyît xwend û bal kişand ser têkoşîna  30 salan  a Şehîd Seyîd Evran.

Endama Desteya Rêveber a YRA’yê Evîn Îbrahîm jî got: “Em wek şagirtên Şehîd Seyît, heya dawî li ser şopa wî têkoşîna xwe bidomînin.”

Di merasîma bîranînê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Şehîd Seyît Evran hatin bilindkirin û dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin.

Merasîma bîranînê bi belavkirina pirtûka Şehîd Seyît Evran a bi navê “Sir û Raza Çiya” bi dawî bû.

(bm)

ANHA