Li çolistana Himsê êriş: 3 kuştî û 4 birîndar

Li çolistana Hismê DAIŞ`ê êriş kir û di encamê de 3 şivan hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Her wiha çeteyan pez û tiştên bi şivanan re dizîn.

Li çolistana Himsê êriş: 3 kuştî û 4 birîndar
31 tebax, 2024   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li herêma Qesir El Helebat a çolistana Himsê êrişî şivanan kir. Di encamê de 3 şivan hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn ku li nexweşxaneyên Himsê têne dermankirin. Çeteyan pez û tiştên bi şivanan re jî dizîn.

Li gorî SOHR`ê ji destpêka 2024`an ve li çolistana Sûriyeyê 503 kes hatine kuştin.

(şx)