Rûsyayê li Quneytîrayê nuqteyek din a çavdêriyê ava kir

Hêzên Rûsyayê li gundewarên Quneytîrayê nêzî Colanê nuqteyeke din a çavdêriyê ava kir.

Rûsyayê li Quneytîrayê nuqteyek din a çavdêriyê ava kir
31 tebax, 2024   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Rûsyayê li bajarokê Kodna yê li rojavayê Quneytîrayê nêzî sînorê Colanê nuqteyeke din a çavdêriyê ava kiriye.

Li gorî SOHR’ê, nuqteya nû ya çavdêriyê "bi armanca rêgirtina li ber şerekî li ser sînor" hat avakirin.

Bi vê yekê hejmara nuqteyên çavdêriyê yên Rûsya yên li Quneytîrayê dibe 15.

(bb)