Çekdarên xwecih nuqteyên hêzên Şamê dorpêç kirin

Li bajarê Casim ê Derayê çekdarên xwecih nuqteyên hêzên hikumeta Şamê dorpêç kirin.

 Çekdarên xwecih nuqteyên hêzên Şamê dorpêç kirin
31 tebax, 2024   14:35
NAVNDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarê Casim ê Derayê çekdarên xwecih nuqteyên hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê dorpêç kirin.

SOHR’ê diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Şamê beriya hefteyekê ciwanekî ji Helebê girtibû, li ser vê yekê komên xwecih ji bo serbestberdana wî muhleta hefteyekê dabû hêzên Şamê.

Li gorî SOHR’ê, çekdarên xwecih piştî bidawîbûna muhletê û neberdana ciwan nuqteyên hêzên Şamê dorpêç kirin.

Li Derayê tevlihevî dewam dike. Hema bêje rojane bûyerên kuştinê li dijî endamên hêzên hikumeta Şamê yan çekdarên xwecih rû didin.

(bb)