Yekitiya Jinên Êzîdiyên Rojava: Ekîto ruhê xwezayê ye
Yekitiya Jinên Êzîdiyên Rojava cejna Ekîto li gelê Suryan- Aşûrî yê Kildanî pîroz kir û got: "Ji Newrozê heta Ekîto û Çarşema Sor em ruhê jiyanê di xwe de nû dikin."

Bi boneya sersala Aşûrî ya Babilî Yekitiya Jinên Êzîdiyên Rojava daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cejna Ekîto ruhê xwezayê û vejînê ye û yek ji cejnên dîrokî li cîhanê nexasim li Mezopotamyayê ye.
Her wiha ew cejn li tevahî gelê Suryan-Aşûrî yê Kildanî hat pîrozkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi her cejneke pêkhateyên resen ên herêmê re ruhê buharê tê nûkirin, ji Newrozê heta Ekîto û Çarşema Sor.
(mh)