Li Çînê erdhej çêbû: 111 kesan jiyana xwe ji dest da, 220 kes birîndar bûn

Li eyaleta Gansuyê ya dikeve Bakur Rojavayê Çînê erd hejiya, tê gotin di encamê de heya niha 111 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Çînê erdhej çêbû: 111 kesan jiyana xwe ji dest da, 220 kes birîndar bûn
19 kanûn, 2023   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Çînê duh derengiya şevê bi pileya 6,2 erdhejek çêbûye. Çavkaniyê ragihand ku li eyaleta Gansuyê 100 kes mirine û 96 jî birîndar bûne. Li eyaleta Çînghayê jî 11 kes mirine û 124 kes jî birîndar bûne. Tê gotin ji ber erdhejê xisarek mezin gihiştiye av, çûn û hatin û ceyranê.

Piştî erdhejê xebatên rizgarkirinê hatin destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye li herêma Çiyayên Hîmalayayê xeteke berfireh a erdhejê heye û li vê herêmê gelek caran erdhej çêdibin.