Ji bo şerê Îsraîl û Hemasê senaryoyên pêşbînkirî

Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de dewam dike û bangên ji bo agirbestê jî zêde dibin. Nakokiyên di navbera DYA û Îsraîlê yên li ser çawaniya şer ji dewam dikin. Gelo rewş ber bi ku ve diçe? Senaryoyên pêşbînkirî çi ne?

Ji bo şerê Îsraîl û Hemasê senaryoyên pêşbînkirî
19 kanûn, 2023   09:55
QAHÎRE
MUHSIN EL MISRÎ

16′ê Kanûnê, çapemeniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) aşkera kir ku Til Evîv ji bo lihevkirineke nû amade ye bi Hemasê re dan û standinan bike. Li gorî vê lihevkirinê, dîlgirtiyên li cem Hemasê, her wiha dîlgirtiyên filistînî bên berdan û agirbest heta çend rojan li Xezayê pêk were.  

Li gorî raporan, serokê îstixbarata Îsraîlê (MOSAD) li gel serokwezîrê Qeterê yê di navbera Hemas û Til Avîvê de bûye navbeynkar, civiya.

Şemiya borî (16’ê Kanûnê) serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu aşkera kir ku ji bo vegerandina dîlgirtiyên li cem Hemasê, dan û standinên nû têne kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hejmara qurbaniyên di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Xeza û Difa Xerbiye de heta niha gihaştiye 20 hezar kesan.

Ne tenê filistînî êşê ji vî şerî dikişînin, lê belê malbatên dîlgirtiyên îsraîlê fişar li hikumeta Îsraîlê dikin û her tim li kolanên Til Evîvê li dijî hikumetê derdikevin.

2 zext li ser serokê hikumeta Îsraîlê Netanyahu hene; yek ji derve ku şer rawestîne û yek din jî ji hundir ve ji ber ku tevî derbasbûna 2 mehan lê nekariye dîlgirtiyên îsraîlî rizgar bike, li rex wê jî aboriya Îsraîlê di encama şer de paşde çûye.  

Li gorî çavdêran rewşa Xezayê bi demê re ber bi aramiyê ve diçe û dibe ku di dema bê de ji bo dîlgirtiyan lihevkirinek çêbe ku li dû wê agirbestek pêk were.

ZIRARÊN ŞER

Rêveberê Navenda Lêkolînan a Qade Hîşam El Beqlî ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku rewşa Xezayê ber bi dan û standinên nû ve diçe, nexasim ku êdî berdêlên şer ji bo hemû aliyan û li ser astên siyasî û aborî zêde dibe û got: "Li vir mebest ne tenê Filistîn û Îsraîl e, lê di heman demê de dewletên ku destekê didin wan."

El Beqlî bal kişand ser daxuyaniyên serokê DYA′yê Joe Biden ên têkildarî helwesta navneteweyî ya ji ber piştevaniya Wahsingtonê bi Îsraîlê re ku dihêle DYA bê reşkirin, nîşan didin ku DYA dixwaze li maseya diyalogê rûnê.

Li gorî El Beqlî, dibe ku diyalogên gav bi gav bên pêkanîn ku destpêkê agirbesteke demkî bê ragihandin û piştre ew bê dirêjkirin û li dawiyê bigihêjin agirbesteke giştî.

El Beqlî got planên Îsraîlê ji bo Xeza û koçberkirina bi darê zorê hene û wiha domand: “Lê belê generalên Îsraîlê guman dikir ku şer di çend rojan de bi dawî bibe; lê va ye şer 70 roj derbas kir. Tevî tundiya ku Îsraîlê dike, tevî hedefkirina zarok, jin û temenmezinan, lê Îsraîl nikarî tu serkeftinan li ser erdê pêk bîne. Ev jî dihêle Îsraîl neçar bibe ku berê xwe bide maseya dan û standinan û agirbestê ji nû ve erê bike.”

ALOZIYA SIYASÎ Û OLÎ

Lêkolînera kar û barên Filistînê Yasmîn El Aydî bandora şer li aliyê olî nirxand û got: “Îsraîl di dirêjiya şer de hurmeta Mizgefta El Eqsa binpê kir û sembolên olî kirin hedef. Beriya wê jî van bang ku tundrawan kir ku xebatên saziyên olî yên misilmanan rawestînin, gihaşt asta ku hurmeta mizgefteke Cenînê binpê bikin û li minbera wê bi stranan û gotinên telmûdî azadiya olî ya misilmanan binpê bikin, tevahî mizgeftên li Xezayê bi qest kirin hedef. Bi van kiryaran xwestin misilmanan şantaj bike."

Der barê aliyê siyasî jî de Yasmîn diyar kir ku Îsraîlê hewl da mafê welatbûnê yê gelê Filistînê sînordar bike û wan wek welatiyên asta duyemîn pênase bike.

Yasmîn bi domdarî got: "Têkildarî tunekirina her du dewletan û avakirina dewleta Filistînê ya li gor sînorên 1967'an jî, însiyatîfên siyasî yên diyalogên der barê dozên Quds, koçber, sînor û avê de bi awayekî sîstematîk hatin têkbirin. Ruxmî Neteweyên Yekbûyî ji 1947'an de biryara avakirina dewleta Filistînê û mafê diyarkirin çarenûsê daye gelê Filistînê lê belê hikumeta Biden keda rêveberiyên berê yên Amerîkayê yên pêkanîna aştiyê winda kirin û gihaşt wê astê ku rê bide Netanyahu ku bi hinceta bûyerên 7`ê Cotmehê, xelkê Xezayê qir bike."

SENARYOYÊN ALOZIYÊ

Der barê senaryoya piştî şer de Yasmîn El Aydî got: “Gelek senaryoyên piştî şer hene, ya yekemîn ew e ku doza Filistînê rêya doza Cezaîrê bişopîne. Ji bo vê jî lazim e koalîsyon li gel hêzên navneteweyî werin avakirin, her wiha çalakiyeke diplomatîk a ereban a yekbûyî lazim e. Senaryoya duyemîn jî pêkanîna armancên Amerîka û Îsraîlê ye, ew jî ew e ku rewşa Filistînî bibe wek rewşa Afrîkaya Başûr anku dewleteke tenê ku tê de Cihû û Filistînî bijîn û di encamê de nakokiyên siyasî û olî dê derkevin û xaka Filistînê zêdetir bê birîn.

Senaryoya sêyemîn ew e ku rewş bibe mîna rewşa Kongoyê ku hêzên navneteweyî ji bo talankirina serwetê kom bibin nexasim ku li Xezayê gaza xwezayî pir e û ew jî çavnebariya Îsraîlê ye. Eger Îsraîl vê yekê bidomîne ku bi navê piştgiriya navneteweyî xwe bispêre dewletên rojavayî dê ev senaryo pêk bê.”

Yasmîn El Aydî di dawiya axaftina xwe de got: "Pêşeroja nû ne diyar e lê belê senaryoya pêşbînkirî ya yekemîn e ku doza Filistînê rêya doza Cezaîrê bişopîne û serxwebûna xwe misoger bike, lê ji bo vê kedeke erebî ya hevbeş, dîsa jî baldariyeke ji hemû dewletên herêmî û piştgiriyeke navneteweyî ji bo avakirina dewleta Filistînê li ser sînorê 1967'an pêwîst e.”

(mh)

ANHA