Rojnameyên erebî: Hevrikên Sedr tunebûna wî di hilbijartinan de bi kar tînin

Rojnameyên erebî vê sibê der barê hibijartinên Iraqê, aloziya li ser sînorên Lubnanê û li Deryaya Sor de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Hevrikên Sedr tunebûna wî di hilbijartinan de bi kar tînin
19 kanûn, 2023   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HEVRIKÊN TEVGERA EL SEDR TUNEBÛNA WÊ DI HILBIJARTINAN DE BI KAR TÎNIN’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb di nûçeyeke xwe de diyar kir ku li Iraqê, duşemê hilbijartinên meclisên parêzgeran bi beşdariyeke çalak a hêzên siyasî yên mezin û hegemon li dar ketin.

Nemaze partî û komên şîe ku ber bi firehkirina hegemonyaya xwe li gel tunebûna Tevgera El Sedr ve diçin. Li gorî çavdêran, Muqteda El Seder bi boykotkirina hilbijartinên xwecih, şaşiyeke stratejîk kiriye û dibe di encamê de ji vê zêdetir were paşguhkirin. Li beramber wê, hevrikên wî yên şîe xurttir dibin.”

‘ÎSRAÎL DIXWAZE HIZBULLAHÊ DERDORA 6 KÎLOMETREYAN JI SÎNORÊN XWE DÛR BIXE’

Der barê geşedanên li Lubnanê de rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê agahiyên xwe spartin hin raporên Amerîkayê. Li gorî rojnameyê di raporan de, hatiye gotin Îsraîlê ji DYA`yê xwestiye Hizbullah derdora 6 kîlometreyan ji sînorên Lubnanê dûr bikeve, ev daxwaz wek beşeke lihevkirina dîplomatîk li gel Lubnanê ji bo rêgirtina li pêşiya aloziyên li ser sînor, bi nav kiriye.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin rayedarên îsraîlî, serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin agahdar kiriye ku Îsraîl ji ber rewşa ewlehiyê ya li ser sînorên Lubnanê qebûl nake bi hezaran welatiyên wê koçber bibin.

‘PIŞTÎ ÊRIŞÊN HÛSIYAN ÊN LI DERYAYA SOR PETROL BIHA DIBE’

Tora El Hura têkildarî rewşa li Deryaya Sor nûçeyek da.

Di nûçeyê de destnîşan kir ku di encama êrişên Hûsiyan ên li dijî keştiyên li Deryaya Sor, bazirganiya deryayî rawestiye, şîrket neçar mane rêyên keştiyan biguherin û ji ber wê petrol bihatir dibe.

(şx)