Li Çilaxayê pêşbirka hespan

Komeleya Hespên Erebî yên Esîl a Kantona Cizîrê bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê pêşbirkeke hespan li dar xist.

Li Çilaxayê pêşbirka hespan
Li Çilaxayê pêşbirka hespan
Li Çilaxayê pêşbirka hespan
Li Çilaxayê pêşbirka hespan
Li Çilaxayê pêşbirka hespan
Li Çilaxayê pêşbirka hespan
Li Çilaxayê pêşbirka hespan
Li Çilaxayê pêşbirka hespan
Li Çilaxayê pêşbirka hespan
Li Çilaxayê pêşbirka hespan
Li Çilaxayê pêşbirka hespan
Li Çilaxayê pêşbirka hespan
30 tebax, 2024   14:43
QAMIŞLO

Komeleya Hespên Erebî yên Esîl a Kantona Cizîrê bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantonê pêşbirekeke hespan li dar xist. Pêşbirk bi beşdariya 88 siwarên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Çilaxa hat lidarxistin. Şêniyên kantona Cizîrê, şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyên Rêveberiya Xweser ji bo temaşekirina pêşbirkê amade bûn.

Beriya ku pêşbirk dest pê bike hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Telet Yûnis axivî. Yûnis diyar kir pêşbirkên wiha dewlemendiya çanda pêkhateyên kantonê nîşan dide û got Rêveberiya Xweser her tim hewl dide pêşbirkên wiha li dar bixe.

Hevserokê TEV-DEM’ê Ebduselam Seyîd Mehmûd spasiya saziyên organîzatorên pêşbirkê û got: "Ev çalakî ji bo parastina nasnameya hespên esîl ku beşeke çanda pêkhateyên kantonê yr, derfetek e.”

Piştî axaftinan 88 siwar ketin pêşbirkê.

Di qonaxa yekemîn a hezar û 600 metre de Ebduselam Elî bi hespê xwe Mehrûs Şiwê bû yekemîn, Mihemed Rehîl bi hespê xwe Helda Herbî bû duyemîn û Samir Iwêne bi hespê Muhîb El Omer bû sêyemîn.

Di qonaxa hezar û 100 metreyî de Hatim El Raxib bi hespê xwe Hemam El Setem bû yekemîn, Hemûd Menho bi hespê xwe Muhîb bû duyemîn û Elî Xelef bi hespê xwe Hemam El Îsa bû sêyemîn.

Di dawiya pêşbirkê de siwarên serkeftî hatin xelatkirin.

(bb)