Kabîneya Ewlehiyê mayîna artêşa Îsraîlê ya li xeta Philadelphiyayê pejirand

Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê bi piraniya endaman mayîna artêşa Îsraîlê ya li xeta Philadelphiyayê pejirand.

Kabîneya Ewlehiyê mayîna artêşa Îsraîlê ya li xeta Philadelphiyayê pejirand
30 tebax, 2024   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê pêşnûmeya ku artêşa Îsraîlê li xeta Philadelphiyayê ya di navbera Xeza û Misirê de bimîne, pejirand.

Li gorî rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê, 8 wezîran pêşnûmeya ku artêş li xeta Philadephiyayê bimîne, qebûl kir, lê wezîrê parastinê Yoav Gallant tenê qebûl nekir. Wezîrê ewlekariya neteweyî Îtamar Ben Gvir jî dengê xwe bi kar neanî.

(bb)